Sibat 26, 2021 08:44 Asia/Tehran
  • Amerîkayê baregehên Koma Ketayîba Hizbullaha Iraqê dan ber êrîşê

Balefirên şêrr ên amerîkî baregehên Koma Ketayîba Hizbullaha Iraqê li ser sînorê Sûriyê dan ber bombeyan.

Medyaya Sabirînê ya er bi Hêzên Berxwedana Iraqê îro Îniyê ragihand, Balefirên şêrr ên Amerîkayê avahiyek û nuqteyeka din li ser sînorê Sûriyê, navbera Bûkemal û El-Qaimê dan ber êîrşê û heta niha kesek hatiye kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

Wall Street Jornalê ji zzarê çavkaniyên agah nivîsî: Avahiya ku ketiye ber êrîşa balefirên amerîkî,  jibo êrîşa ser hêzên amerîkî hatibû bikaranîn.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand, Li ser fermana Joe Biden serokomarê Amerîkayê hin baregeh li rojhilatê Sûriyê bombebaran kirine ku destê wan di êrîşa ser baregeha hêzên amerîkî li Herêma Kurdistanê hebûye.

 

 

Serepeyv