Sibat 25, 2021 22:52 Asia/Tehran
  •   Di xwepêşandana li Nasiriya Iraqê de 27 kes birîndar bûn

Li bajarê Nasiriyê di roja sêyemîn de xwepêşandan berdewam dike. Di xwepêşandanê de 27 kes birîndar bûn.

Li bajarê Nasiriyeyê yê Iraqê xwepêşandan di roja sêyemîn de didome. Îro danê sibehê di navbera xwepêşander û hêzên leşkerî de aloziyê derket. Heta niha 27 kes birîndar bûne. Ji vane 15 endamên hêzên ewlehiyê ne.

Ji bo Walî Nazim Wailî dest ji kar berde û ji ber kuştina xwepêşanderan were dadgehkirin û kesên winda bûne aqûbata wan diyar bike, xwepêşandêr di berdewamkirina çalakiyên xwe de bi îsrar in..

Xwepêşandêran di saetên nîvro de pira Nasiriyan girtin û dirûşme qiriyan. Hêzên leşkerî jî dem dem gulle diberdan û ev jî bû sedem ku alozî di navbera polîs û xwepêşanderan de derkeve.

Xwepêşandêr diyar dikin ku li parêzgehê gendelî pêşketiye û weke têxwestin ava vexwarinê û ceyran nîne.

Serepeyv