Li dijî baregeha Beleda Iraqê êrişa bi mûşkan pêk hat
Sibat 21, 2021 09:07 Asia/Tehran
Li dijî baregha Beled a hawayî ya li parêzgeha Selahedînê ya Iraqê êrişeke bi mûşekan pêk hat.
Çavkaniyekî ji Al-Sumaria News re got, sê mûşekên Katyusha derdora baregeha Beled kirin armanc û diyar kir, mûşek li qada derveyî baregehê ketin.
Li gorî heman çavkaniyê, du karmend ku di baregehê de dixebitin, yek iraqî û yê din nasnameya wî nehate zanîn, birîndar bûn.
Sky News ji zimanê çavkaniyên iraqî ragihand, du mûşekan baskê leşkerî yê Amerîkî yê şiriketa "Sally Porter" li baregeha Beled kir hedef û ya sêyem negihişt hedefa xwe.
Hêjayê gotinê ye, di baregrha Beled de hêzên Koalîsyona Navneteweyî hene û gelek caran êriş li ser hatine kirin.