Serokwezîrê Iraqê li gel şandeya Herêmê civiya
Sibat 19, 2021 09:45 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê li gel şandeya Herêma Kurdistanê civiya. Hate gotin di civînê de li ser budceya 2021’an û peywendiyên îstixbaratî yên navbera Herêm û Iraqê de axivîne.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê di daxuyaniyek de diyarkir îro li Bexdayê Serokwezîr Mistefa Kazimî, li gel şandeya Herêma Kurdistanê ya dibin serokatiya Qubad Talebanî de civiyaye.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de her du aliyan li ser proje yasa budceya Iraqê, rewşa siyasî, ewlehî û peywendiyên îstixbaratî yên navbera Herêm û Iraqê de axivîne.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin her du alî li ser proje yasa budceya Iraqê hemfikir bûn û diyarkirine divê dahata welat li gorî desturê ji bo hemû Iraqiyan be.