Sibat 18, 2021 14:53 Asia/Tehran
  • Welatiyên iraqî li ber Balyozxaneya Tirkiyê li Bexdayê kombûna itirazî li dar xistin

Hejmareke welatiyên iraqî wek itiraza dijî êrîşên artêşa Tirkiyê li bakurê welatê xwe li ber Balyozxaneya Tirkiyê li Bexdayê kombûna itirazî li dar xistin.

Li gorî rapora medyayên iraqî, welatiyên iraqî îro Pêncşemiyê bi rakirina alayên Iraqê û plakartan nerazîtiya xwe li hemberî êrîşêîn Tirkiyê ser bakurê Iraqê diyar kirin.

Beşdarên vê kombûnê ji delweta Iraqê xwestin ku pêşiya van êrîşan bigire û ji dewleta Enqerê bixwaze ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne û destdirêjiyên xwe yên berdewam rawestîne.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî jibo pêkanîna elwehiya Balyozxaneya Tirkiyê li Bexdayê li wir bi cih bûn û riyên ku digihêjin balyozxaneyê, girê dan.

Ev kombûn li ber avahiya qedîmî ya Balyozxaneya Tirkiyê li Bexdayê li taxa Wezîriyeya Bexdayê hat lidarxistin ku di aniha berpirsiyariya dayîna vîzayê cih tîne.

 

 

Serepeyv