Li Iraqê û Herêma Kurdistanê 13 kesên din bi Koronayê mirine
Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 3 hezar û 575 kesên din bi Koronayê ketine û 12 kes jî bi Koronayê mirine. Li herêma Kurdistanê jî 115 kes bi Koronayê ketin û yek jî pê miriye.
Îro roja çarşemê 17.02.2021ê Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 3 hezar û 575 kesên din bi Koronayê ketine û 1.236 kes jî baş bûne û 12 kes jî bi Koronayê mirine.
Heta niha li seranserî Iraqê 653 hezar û 557 kes bi Koronayê ketine û 611 hezar û 36 baş bûne û 13 hezar û 204 kes jî tedawî dibin.
Li Herêma Kurdistanê 115 kesên din bi Koronayê ketin û kesek jî pê mir û 112 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Bi hesibandina amarên han re, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 107 hezar û 301 kesan. Ji wan pêketiyan, 102 hezar û 657 kes baş bûne û 3 hezar û 502 kes jî mirine.