Sibat 17, 2021 08:40 Asia/Tehran
  • Kazimî: Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê dê bi hevra derbarê êrişa ser hewlêrê lêkolînê bike

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê weke êrişeke “terorîstî” bi nav kir û ragihand, “Armanc ji vê êrişa terorîstî ya ku Herêma Kurdistanê kire armanc, çêkirina alozî û tevlihevkirina kertan e.” 

Mistefa Kazimî di civîna îro ya Encûmena Wezîran a Iraqê de behsa wê yekê kiriye, ev êriş di demekê de ye ku hikûmeta Iraqê hewlên mezin dide ji bo aramkirina rewşê li navçê.

Serokwezîrê Iraqê tekez kiriye, wî ferman daye “lêkolîneke hevbeş di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê de bê kirin, jibo girtina tawankaran.”

Herwiha Kazimî da xuyakirin ku hikûmet hewl dide welat ji hevrikiyan dûr bixe û Iraq nebe meydana yekalîkirina wan hevrikiyan.

Mistefa Kazimî di heman demê de diyar kir ku ew teqîn di demekê de ye ku hikûmet hewl dide ku rewşê aram bike û Iraqê ji wan hevrikiyên ku heye dûr bixe.

Serepeyv