Amarên dawî derbarê komkujiya Şingalê
Amarên dawî yên giştî derbarê kurdên êzdî yên ji ber komkujiya Şingalê hatine revandin û penaber bûn û hatine rizgarkirin ji rêxistina terorîstî ya DAIŞê hatine belavkirin.
Ligor amarên heta niha 550 kurdên êzdî li Iraqê û Herêma Kurdistanê dijîn.
Ligor amarên Nivîsgeha Revandî û Rizgarkiriyên Kurdên Êzdî di daxuyaniyekê de aşkere kiriye jimara kurdên êzdî 550 hezar kes e.
Herwiha ji roja êrîşa DAIŞê 03.08.2014an ev amar hatine tomarkirin:
- Ji ber şerê DAIŞê 360 hezar kurdên êzdî penaber bûne û nêzîkî 150 hezar kes ji wan piştî DAIŞê vegeriyane malen xwe.
- Ji roja yekem a êrrîşa DAIŞê heta niha 1.293 kurdên êzdî koça dawî kirine.
- 2.745 zarok ji ber şerê DAIŞê bêserûşûn bûne.
- Heta niha 82 gorên bi kom ê êzdîyan hatine dîtin.
- 68 mezar û cihên pîroz ê êzdiyan hatine teqandin.
- Zêdetir 100 hezar kurdê êzdî bûne penaberên derveyî welat.
- 6 hezar û 417 kes revandiyên ku 3 hezar û 548 kes ji wan mêr 2 hezar û 869 kes ji wan jin bûne.
- Heta niha 3.545 kes hatine rizgar kirin û 1.205 kes ji wan jin û 339 kes ji wan mêr in.
- Zarokên keç: 1.045 kes kes in
- Zarokên kur: 956 kes in
- Ew keskên hîn di destê DAIŞê mane: 2 hezar û 768 kes in û 1.298 kes ji wan afret û 1.470 kes jî mêr in.