Sibat 14, 2021 18:25 Asia/Tehran
  • Pêngava Iraqê jibo dabînkirina ewlehiya navçeya Şengalê

Berdevkê Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê destnîşan kir, Artêş û Polîsê xwecihî dabînkirina ewlehiya Şengalê li bakurê vî welatî girtine ustiyê xwe.

Li gorî rapora ajansa fermî ya Iraqê (WAI), Tehsîn Xefacî, Berdevkê Fermandetiya Operasiyona Hevpar a Iraqê îro Yekşemiyê got: Li gorî fermana Mustefa Kazimî, Serokwezîr û Fermandarê giştî yê hêzên çekdar aniha li şengalê tenê hêzên artêşa Iraqê, Polîsê xwecihî û hêzên ewlehiya neteweyî hene û hêzên polîsê federal jî li navçeyên sînorî û derveyî bajarê Şengalê bi cih bûne.

Xefacî her wiha got: Şengal aniha vala ji her cûre partî an rêxistina siyasî ye.

Elî Huseynî, Berdevkê Heşda Şeibiyê li bakurê Iraqê jî tevî pêgiriya li ser vê yekê ku hebûna hêzên vê rêxistinê li şengalê li ser daxwaza fermî pêk hatiye, got: ne mumkin e ku ev hêz tevlî pevçûna navbera Tirkiye û PKK bibin.

Navçeya Şengalê li rojavayê parêzgeha Nêynewayê di salên bihurî da û bi nebûna hêzên iraqî ketibû destê hêzên PKKê ku Tirkiye wan wek terorîst dizane.

Tirkiyê bi caran hin êrîş bi behaneya şerê dijî PKK li ser Şengalê pêk anîne ku tûşî rexneya tund a hin nûner û komên Berxwedanê li Iraqê bûye.

Li pey van dijberiyan, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro qala bidawîbûna operasiyona Pencika Bazê-2 li dijî PKK li parêzgeha Dihokê ya bakurê Iraqê kir.

Serepeyv