Berteka El-Nuceba li hemberî operasiyona Tirkiyê: Dewlet bêdeng bimîne, em ê bikevin tevgerê
Tevgera El-Nuceba ya Iraqê ragihand, heke dewlet li hemberî êrîşên Tirkiyê li ser bakurê welêt helwêstekê negire, berxwedan bixwe dê kiryara pêwîst pêk bîne.
Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Fars Newsê, Tevgera El-Nuceba ya Iraqê bi daxuyaniyekê ji bêdengiya dewleta Mistefa Kazimî, serokwezîrê vî welatî, li hemberî operasiyona artêşa Tirkiyê li bakurê Tirkiyê rexne kir û got, Helwêsta fermî ya lawaz bûye sebeb da ku hakimiyeta Iraqê were binpêkirin û destdirêjî lê bê kirin.
Tevgera El-Nuceba ya Iraqê ji hêzên Tirkiyê û dewleta vî welatî xwest beriya ku kiryarên wiha pêk bînin, derbarê hesabên xwe venihêrînekê pêk bînin.
Artêşa Tirkiyê operasiyona xwe ya nû ya bi navê Pencika Bazê-2 berbanga Çarşemiya bihurî li Çiyayê Garê li bakurê Herêma Kurdistana Iraqê dest pê kir.
Ev di halekî da ye ku dewleta Iraqê û Herêma Kurdistanê hîn helwêsteke fermî derheqê vê operasiyonê negirtine.