100 çeteyên DAIŞê radestî berpirsên ewlehiyê yên Iraqê hatin kirin
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê qala anîna zêde ji 100 çeteyêîn DAIŞê ji Sûriyê bo wî welatî kirin.
Li gorî rapora El-Erebî El-Cedîdê, Çavkaniyên elwehiyê yên Iraqê îro Înê ragihandin ku ev çeteyên DAIŞê ku li Sûriyê zindanî bûn, bi rêya derbasgeha Rebîeyê navbera parêzgehên Nêynewaya Iraqê û Hesekeya Sûriyê derbasî Iraqê hatine kirin û radestî hêzên ewlehiyê yên Iraqê hatine kirin.
Çavkaniyên elwehiyê ragihandin ku hinek ji van çeteyan ji serçeteyên DAIŞê ne ku bo zîndaneke taybet li Nêynewayê hatine veguhestin û renge bi zûtirkê komeke din a çeteyên DAIŞê jibo mehkemekirinê radestî berpirsên ewlehiyê yên Iraqê bên kirin.
Hevdem Katî Rekabî Endamê Komîsiyona Ewlehî û Berevaniyê li Parlimana Iraqê veguhestina zîndaniyên DAIŞî ji Sûriyê bo Iraqê gelekî dilgiranker da zanîn û derbarê dûhatên wê yên ewlehiyê hişyarî da.