Sibat 12, 2021 11:08 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê û Welîehdê Ebûzebiyê civiyan

Ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê qala hevdîtin û gotûbêja serokomarê vî welatî tevî welîehdê Ebûzebiyê li Imaratê kir.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê (WAI) îro Înê ragihand ku Berhem Salih serokomarê Iraqê di sefereke karî bo Imaratê digel Muhemed bin Zayid welîehdê vî welatî hevdîtin pêk anî û li ser berfirehkirina pêwendiyên dualî bi armanca berfirehkirina berjewendiyên du welatan pêgirî kiriye.

Welîehdê Ebûzebiyê jî di axaftinekê da cîgeha erebî û stratejîk a Iraqê gelekî girîng daye zanîn û meyl û piştevaniya welatê xwe jibo pêkanîna ewlehî, aramî û parastina hakimiyetê li Iraqê ragihandiye.

Li gorî vê raporê, girîngiya piştgiriya ji gotûbêjê jibo kêmkirina kêşeyê û xurtkirina bingehên ewlehiyê li navçeyê, piştgiriya ji pêşxistina gelanî û alûgorên têkoşîan dijî Koronayê li du welatan ji babetên din ên hilêxistî navbera rayedarên du welatan di vê hevdîtinê da bûne.

 

Serepeyv