Serokê Saziya Dadweriya Îranê bi Serokê Parlimana Iraqê ra civiya
Sibat 10, 2021 20:28 Asia/Tehran
Serokê Saziya Dadweriya Îranê bi serokê Parlimana Iraqê ra civiya.
Hucet ul-islam wel-Muslimîn Seyid Ibrahîm Reîsî, Serokê Saziya Dadweriya Îranê Çarşemiyê bi şev digel Muhemed Helbûsî, Serokê Parlimana Iraqê ra li Bexdayê civiya.
Du alî di vê hevdîtinê da li ser danûstandinên dualî navbera Îran û Iraqê û riyên berfirehkirina wê şêwirîn.
Serokê Saziya Dadweriya Îranê li ser vexwendina fermî ya Fayîq Zîdan, Serokê Konseya Dadweriya Iraqê Duşemiyê bi şev jibo sefereke sêrojî gihîşte Bexdayê.