Vatîkanê bernameya serdana Papa Francis bo Hewlêr û Bexdayê ragehand
Duh Vatîkanê bernama serdana Papa Francis bo Iraqê û herêma Kurdistanê ragehand, ku di bernama serdanê de parêzgeha Hewlêrê, navçeya Qereqûş û navçeya Ûr, herwaha parêzgeha Bexda û Mûsilê jî li xwe digre.
Serdana Papa dê roja 5ê Adarê destpê bike û heta roja 8ê Adarê berdewam bike.
Biryare roja înê ya 5ê Adarê Papa bi rêya balefirgeha navdewletî ya Bexdayê ve ji aliyê serokwezîrê Iraqê ve pêşwazî lê bê kirin û her li wê derê jî civînê dê bikin. Piştre dê li qesra Selam a Bexdayê ji aliyê serokomarê Iraqê ve pêşwazî lê bê kirin.
Papa roja piştî wê jî dê serdana Necefê bike û li gel merceyê şîe ayetullah Elî Sîstanî bicive û ji wê derê ve serdana bajarê dîrokî yê Ûrê bike.
Roja yekşemê jî ango 7ê Adarê jî dê serdana Hewlêrê bike û bi balefirgeha navdewletî ya Hewlêrê dê li gel berpirsên payebilind ên herêma Kurdistanê û kesayetên olî bicive.
Piştre jî dê serdana Mûsilê bike û dê beşdarî merasîmên olî yên ji bo qurbaniyên şer bike, piştre dê biçe navçeya Qereqûş û careke din dê wegere Hewlêrê.
Roja yekşemê jî dê li stadyuma Franso Herîrî merasîma olî birêve bibe û roja duşemê jî vegere Bexdayê û ji wê derê ve jî dê vegere Vatîkanê.