Sibat 05, 2021 10:05 Asia/Tehran
  • Cenazeyên 104 Êzidiyan ji bo Şengalê hate birêkirin

Li Bexdayê bi tevlibûna rayedarên Iraqê merasîmek ji bo cenazeyên 104 welatiyên Êzidî ku di gorên komî yên li Şengalê de derxistibûn, hate lidarxistin.

Duh li Bîrdariya Şehîdan a Bexdayê merasîmek ji bo 104 cenazeyên ku di gorên komî yên li Şengalê de hatibûn derxistin, pêkhat.

Di merasîmê de Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Mistefa Kazimî, Serokê Parlemanta Iraqê Mihemed Helbusî, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên û gelek kesên din amade bûn.

Piştî merasîmê cenazeyên 104 Kurdên Êzidî ber bi Şengalê ve hate birêkirin.

Serepeyv