Çile 28, 2021 13:32 Asia/Tehran
  • Hişyariya nûnerê Parlimana Iraqê derbarê êrîşa Amerîka û Israîlê ser Heşda Şeibiyê

Endamê Komîsiyona ewlehî û berevaniyê ya Parlimana Iraqê derbarê êrîşa Amerîka û Rêjîma Siyonîst ser baregehên Heşda Şeibiyê ya Iraqê hişyarî da.

Kerîm Elîwî, Nûnerê Hevpeymaniya Fethê roja Pêncşemiyê di gotûbêja tev malpera Baghdad Al-Yawmê got, Israîl hewil dide bi tawanên pûç û derew li dijî Heşda Şebiyê û fermandarên wê raya giştî bike bin bandorê û vê rêxistinê lawaz bike.

Elîwî bi gotina vêya ku dûr nîne ku Israîl bi alîkariya Amerîkayê êrîşên asimanî li ser baregehên Heşda Şeibiyê an hêzên din ên Iraqê pêk bîne, derbarê dûhatên her cûre destdirêjiya ser hakimiyeta Iraqê hişyarî da.

 

 

Serepeyv