Li rojavayê Bexdayê Karwanê leşkerên hevpeymaniya amerîkî kete ber êrişê
Çile 22, 2021 16:34 Asia/Tehran
Êvara borî karwanekî hêzên hevpeymaniya amerîkî li rojavayê Bexdayê hat armanckirin û kesek birîndar bû.
Medyaya Iraqê belav kiriye mayînek çandî bi karwanekî havpeymaniya navdewletî li ser rêya Ebû Xûrêb teqiyaye û ji ber wê teqînê karmendekî hêzên hevpeymaniya navdewletî birîndar bûye.
Beriya bi 3 rojan jî li parêzgeha Zîqar a Iraqê karwenekî hêzên hevpeymaniyê hatibû armanckirin.
Cihê behsê ye rojane hêzên navdewletî û navendên konsolxane û nûnertiyên dewletên biyanî dibin armancên êrişên komên nenas.