Iraqê daxwaza Tirkiyê red kir
Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamenta Iraqê Herêm Kemal Axa ragihand ku Serokwezîrê Iraqê daxwaza Tirkiyê ya tevlî şerê li dijî PKK’ê bibe û li vê komê lêxe, red kir.
Di 18’ê Çile de Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hûlûsî Akar û Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler, piştî serdana xwe ya Bexdayê derbasî Hewlêrê bûn û çend hevdîtin bi rayedarên Iraqê û Herêma Kurdistanê re kirin. Hate ragihand ku yek ji armancên şandeya Tirkiyê ew bû piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo êrişkirina ser PKK’ê bi dest bêxe.
Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamenta Iraqê Herêm Kemal Axa têkildarî vê serdanê ji Rojnama Meda re axivî. Herêm Kemal Axa diyar kir ku di rojên dawî ya sala borî de Tirkiyê Bexda agahdar kir ku eger nikare PKK’ê ji xaka Iraqê derbixe, wê bi xwe wî karî bike û wê erişên berfireh pêk bîne.
Herêm Kemal Axa got;”Şandeya dawî ya Tirkiyê ku serdana Iraqê kir ji bo piştrastkirina wê hişyariyê, pêşkêşkirina bijardeyek din bû. Hewiha dema tinekirina PKK’ê heta dawiya meha Sibatê, yan jî destpêka meha Adarê daye Iraqê. Lê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ev gef û pêşniyara Tirkiyê bi tûndî red kir û dubare kir ku Iraq bi xwe dikare li hember her metirsiya di nava xaka xwe derkeve.”
Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamenta Iraqê Herêm Kemal Axa eşkere kir ku niyeta Tirkiyê heye ku bêyî destûra Bexda di nava xaka Iraqê de êriş bike, bi taybet bi guherîna hikûmetê li Whashingtonê û got;”Lê Iraq bêyî derketina artêşa Iraqê ji nava xaka Iraqê qebûl nake. Niha Tirkiyê 30 baregehên leşkerî di nava xaka Iraqê de heye û armanca wan gelek ji PKK’ê dûr in û mezintire. Lewma bêyî derketina Tirkiyê ya ji nava xaka Iraqê naxwaze, dosya PKK’ê li gel Tirkiyê veke.”