Hejmara qurbaniyên teqînên li Bexdayê gihêşt 35’an
Hejmara qurbaniyên teqînên li Bexdayê gihaşt 35 kuştiayn û herî kêm 100 kes jî birîndar bûne.
Li paytexa Iraqê Bexdayê duh sibê li qada bi navê ‘Qada Balafirgehê’ êrişên xwekujiyê pêk hatin. Di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Berdevkê Hêzên Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xafecî ragihand ku yek ji kesên xwekuj, xwe wek xizanekî ku pêwistiya wî bi alîkariya heye, dabû xuyakirin.
Serokê Iraqê Berhem Salih li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Em ê bi awayekî cidî li hemberî hewldanên têkbirina ewlehiya welatê me, bisekinin.”
Li gorî ragihandina rayedarên Iraqê hejmara qurbaniyên êrişan gihêşt 35’an û derdora 100 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Ragihandinê yê Fermandariya Giştî ya Hêzên Artêşa Iraqê Yehya Resûl jî duh got: “Îro dema hêzên ewlehiyê dabû dû şopa 2 terorîstên xwekuj, her duyan li herêma Bab Şerqî ya li Bexdayê xwe teqand.”
Wezareta Karên Hundir a Iraqê bi bîr xist ku mêrekî xwe li nava sûkê teqandiye û piştre dema gelek kes li cihê bûyerê kom bûn, yekî din jî xwe teqandiye.