Di êrîşên asimanî lis er Babilê da 9 hêzên iraqî canê xwe ji dest dan
Çile 19, 2021 12:44 Asia/Tehran
Çavkaniyên medyayî qala mirina 9 hêzên artêşa Iraqê û birîndarbûna çend kesên din di encama êrîşên asimanî yên Amerîkayê li ser bakurê parêzgeha Babilê kirin.
Çavkaniyên medyayî saet 1ê berbanga îro Sêşemiyê li gorî dema Irqê qala qewimîna çend teqînan li navçeya Nehbanê ya li Cerf Sexera parêzgeha babilê kirin û amaje bi hûrgiliyên zêdetir nekirin.
Çend saetan piştra Kanala El-Ehdê ragihand ku êrîşa lis er Cerf Sexerê ji aliyê balefirên F16 yên amerîkî pêk hatiye û herîkêm 4 teqîn li vê navçeyê qewimîne.
Tevî ku kanala Meyadînê û El-Cezîreyê jî êrîşa asimanî ya Amerîkayê piştrast kirine, lê rayedarekî Pentagonê pêkanîna êrîşeke wiha ji aliyê Amerîkayê va derew zaniye.
Navçeya Cerf Sexer di bin kontrola hêzên çekdar ên Iraqê da ye.