Dengê çend teqînan li navenda Iraqê hat bihîstin
Çile 19, 2021 09:56 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku dengê çend teqînan li navçeya Cerf El-Sexer li bakurê parêzgeha Babila Iraqê li başûrê Bexdayê hatine bihîstin.
Li gorî rapora IRNAyê ji zarê kanala Meyadînê, Dengê teqînan berbanga Sêşemiyê li Cerf El-Sexerê li navçeya Nehbanê hatiye bihîstin.
El-Meyadînê bêyî amajeya bi navê van çavkaniyan ragihand, ev teqîn ji ber êrîşa asimanî bûye.
Li gorî vê raporê, navçeya kub ketiye ber êrîşê, di kontrola hêzên çekdar û artêşa Iraqê da ye.
Van çavkaniyan bêyî amajeya bi hûrgiliyên zêdetir ragihandin ku ihtimal heye hejmareke mirovan di van teqînan da hatibin kuştin an birîndar bûbin.