Çile 10, 2021 18:45 Asia/Tehran
  • Falih Feyaz: Boykota djmin ne girîng e

Serokê Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê got: Nêrîn û boykota dijmin qet girîng nîne, ya girîng gorîbûn di rêya welêt da ye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Falih Feyaz, Serokê Rêxistina Heşda Şeibiyê ya Iraqê îro Yekşemiyê bi amadebûna di rêûrisma yekem salvegera şehîdbûna fermandarên Berxwedanê li Kerkûkê, got: Heşda Şeibiyê bersiva komeke mêrxasan bo hawara welêt di serdema şerê dijî DAIŞê da bû û aniha jî hevrê digel hêzên din ên ewlehiyê hewil dide ku welatekî hêjayî gel û fîdakariyên şehîdan ava bike.

Feyaz li ser derketina çekdarên amerîkî li gorî pesendnameya Parlimanê û çareserkirina pirsgirêkên welêt li gorî qanûna bingehîn pêgirî kir û got: hakimiyeta neteweyî û aramiya welêt tenê bi derxistina dagirkeran dê serê xwe bigire.

 

Serepeyv