Li Iraqê 4 kesên din bi Koronayê mirine
Çile 09, 2021 23:49 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand 907 kesên din bi Koronayê ketine û 4 kesên din jî bi Koronayê mirine.
Îro roja şemiyê 09/01/2021ê Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 907 kesên din bi Koronayê ketine û 1.965 kes jî baş bûne û 4 kes jî bi Koronayê mirin.
Heta niha li seranserî Iraqê 600 hezar û 755 ke bi Koronayê ketine. Herweha 602 hezar û 331 kes baş bûne û 12 hezar û 881 kes jî bi Koronayê mirine.