Dadgeha Iraqê fermana desteserkirina Trump derxist
Dadgeheke bilind li Iraqê, ji ber biryara wî ya ji bo terorkirina Fermandarê Berê yê Supayê Quds a Supayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê serdar Qasim Sulêmanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî ya Iraqê Ebû Mehdî Muhendis, fermana desteserkirina Donald Trump Serokê Amerîkayê derxist, ew jî çend saetan piştî ku alîgirên Trump li Waşington DC bi ser avahiya Kongreyê de girtin.
Dadgeha Lêkolînan a Resafe li Bexda ya paytexta Iraqê, îro fermana desteserkirina Trump derxist.
Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, piştî ku dadweriya taybetmend li Dadgeha Lêkolînan a Resafeyê, ku lêkolînê li ser terorkirinaa Ebû Mehdî Muhendis, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî dike, îfadeya gilîkaran wergirtiye, îro danê sibehê 7ê Çileya 2021 rêkarên destpêkê bi dawî anî û fermana desteserkirina Donald Trump derxist.
Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê amaje bi wê yekê jî kir, ku “biryar li gor madeya 406 ji qanûna sizadana Iraqê hatiye dan û tekez kiriye, rêkarên lêkolînê dê berdewam bin ji bo ku beşdarên din ên di wê tawanê de bên naskirin, çi Iraqî bin an jî biyanî.”
Roja 3ê Çileya 2020an di êrişeke terorîstî ya firokeyên bê firokevanên Amerîkayê de, Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis li nêzîk balafirgeha Navdewletiya Bexdayê kirin armanc û herdu berpirs tevî 8 hevriyên ean ên din şehîd kirin.