Çile 03, 2021 16:18 Asia/Tehran
  • Hizbullah a Iraqê: Ji bo êrişa ser balyuzxana Amerîkayê û hilweşandina hikûmeta Iraqê ti planeke wan tine

Hêzên Hizbullah a Iraqê piştrastî da serokwezîrê Iraqê ku wê ti bernameyek li dijî hikûmeta wî tin û ji aliyê din ve ji bo ku ti mihaneyek nekeve destê Amerîkayê, diyar kir ku hizbullah ti niyet tine êrîş bike ser balyozxana şer (Amerîka).

Îro 03.01.2021ê emîndarê giştî yê Hizbullah a Iraqê Ebu Hesen Humeydawî di merasimekê de ji bo salvegera şehadeta serdar Silêmanî û El-Muhendis ragehand, hîn dem li pêş heye bo tolhildana xwîna fermandarê hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê Qasim Silêmanî û cîgirê serokê desteya Heşdî Şeibî Ebu Mehdî Muhendîs.

Ebu Hesen Humeydawî piştrastî da serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û ragehand, hêzên wan niyeta wan tine ku hikûmeta niha ya Iraqê hilweşînin.

Emîndarê giştî yê hêzên Hizbullahê karmend û dîplomatkarên Amerîkayê û balyozxana wî welatî ya li Bexda jî piştrast kirin û got: ‘’îro’’ me ti niyet tine em êrîş bikin ser balyozxana şer û biçin nav wê balyozxanê.

Hogir û Hêzên Heşdî Şeibî îro di salvegera Terorkirina serdar sipehbud Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendîs de xwepêşandaneke berfireh li Bexdayê birêve dibin.

Serepeyv