Êrîşa dubre ser karwanê lojêstîkî yê artêşa terorîst a Amerîkayê li Iraqê
Kanûn 31, 2020 22:51 Asia/Tehran
Çavkaniyên iraqî berêvara Pêncşemiyê qala êrîşa li ser karwanekî din ên artêşa terorîst a Amerîkayê li Iraqê kirin.
Kanala sabirîn a Iraqê ragihand ku karwanekî lojêstîkî yê artêşa terorîstî ya Amerîkayê dema derbasbûna ji taxa Yûsifiyê ya Başûrê Bexdayê, rastî teqîna bombeyeke kêleka cadeyê bûye.
Ev duyemîn karwanê lojêstîkî yê artêşa terorîst a Amerîkayê li Iraqê ye ku îro Pêncşemiyê ketiye ber êrîşê.