Kanûn 31, 2020 19:46 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê li ser parastina hakimiyeta vî welatî pêgirî kir

Serokoamrê Iraqê destnîşan kir, ev welata derbarê parastina hakimiyeta xwe sersariyan nake.

Li gorî rapora Sumiriye Newsê, Berhem Salih Serokomarê Iraqê roja Pêncşemiyê di axaftinekê da tevî amajyea bi mijara hilbijartina parlimanî ya sala tê, got: Iraqî li benda destkevtine girîng û çarenûssaz in ku di lidarxistina hilbijartina edlane û zelal da dê diyar bibin.

Serokomarê Iraqê destnîşan kir: Navbe ku gelê Iraqê barê pevçûn û astengîderxistinên siyasî û gendelî û neçêbikaranîna desthilatê hilgirin ser milê xwe û serketina di vî warî da hewcedara venihêrîna siyasetan û pêkanîna reformên deqîq e.

Berhem Salihî got: Lazim e ku Iraq ji aliyên siyasetmihwer dûr be û roleke çalak di pêkanîna aştî û ewlehiyê li navçeyê bilîze û tu sersariyek derbarê hakimiyeta Iraqê tuner û çek divê di bin kontrola hakimiyetê bin.

 

 

Serepeyv