Li Iraqê 8 kesên din bi Koronayê mirine
Kanûn 30, 2020 19:42 Asia/Tehran
Li gor amara herî dawiyê ya Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê nexweşiya Koronayê 901 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û 8 kes jî ji ber Koronayê mirine.
Îro roja çarşemê 30/12/2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de da zanîn 901 kesên din bi Koronayê ketine û 1 hezar û 547 kes baş bûne û 8 kes jî bi Koronayê mirine.
Heta niha li seranserî Iraqê 594 hezar û 442 kesên din bi Koronayê ketine û 536 hezar û 348 kes baş bûne û 12 hezar û 808 kes jî bi Koronaym mirine.