Diyala- Jiber teqînekê 6 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i322690-diyala_jiber_teqînekê_6_kes_mirin
Êvara derbasbûyî (duşemê) li parêzgeha Diyala ya Iraqê ji ber teqînekê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 29, 2020 06:27 Asia/Tehran
  • Diyala- Jiber teqînekê 6 kes mirin

Êvara derbasbûyî (duşemê) li parêzgeha Diyala ya Iraqê ji ber teqînekê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya kanala El Erebiyeyê belav kiriye ji ber êrîşa terorîstî jimareyek kes hatine kuştin û jimareyek kes birîndar bûne.

Herwiha El Erebiyê ji ser çavkaniyên emnî piştrastkiriye ku ew êrîş, êrîşeke terorîstî bûye û di encama wê êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Cihê behsê ye demeke dirêj e alozî û êrîşên terorîstî rojana li parêzgehên Iraqê pêk tên û hêzên Iraqê nikarin rêliber wan êrîşan bigirin û rewşa emnî ya Iraqê kontrol bikin.