Wezîrê Parastinê yê Iraqê li Tirkiyê ye
Kanûn 29, 2020 08:41 Asia/Tehran
Bi vexwendina Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cuma Înad roja yekşemê gihaşt Enqerê.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iraqê, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cuma Înad, bi vexwendineke fermî ya Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar, çûye Enqerê.
Hêjayî bibîrxistinê ku di nava du heftiyan de ev cara sêyemên e ku berpirsekî Iraqê serdana Enqerê dike.
Di 18`ê Kanûnê de Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî û şandeyekê serdana Tirkiyê kir û bi Serokkomarê Tirkiyê re Recep Teyyip Erdogan re gelek hevdîtin çêkir.
Tê gotin ku Enqerê hewl dide di çarçêva hewldanên xwe li dijî kurdan û navçê de Bexdayê razî bike ku pê re bibe hevkar an jî herî kêm li ber van hewldanên Enqerê yên gomanber li navçê nebe asteng û berbend.