Li Iraqê karwanekî Hevpeymaniya Navneteweyî hate hedefgirtin
Kanûn 26, 2020 09:36 Asia/Tehran
Kesên nenas karwanekî girêdayî hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê li bajarê Semawa yê Iraqê kirin hedef.
Malpera Sumeriyê News a Iraqê ragihand ku mayinek li kêleka riya navdewletî li bajarê Semawayê hatibû çandin, di dema derbasbûna karwanekî lojîstîk ê Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê de teqiya.
Çavkaniyan ji Sumeriyê News re wiha got: “Di teqînê de kuştî û birîndar çênebûn, lê zirarên madî çêbûn.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku balyozxana Amerîkayê li Herêma Kesk a Bexdayê roja yekşemê bi 3 moşekan hatibû hedefgirtin û tenê zirarên madî lê ketin.