Encumena wezîran ya Iraqê dîsa li ser bûdceya sala 2021 dicive
Kanûn 20, 2020 11:56 Asia/Tehran
Encumena wezîran ya Iraqê dê dîsa li ser bûdceya sala 2021 ya Iraqê bicive.
Li gorî agahiyên BasNewsê, piştî ku civîna duhî ya encumena wezîran ya Iraqê li ser bûdceya sala 2021 ya Iraqê negihîşt ti encamekî, encumena wezîran dê îro dîsa bicive.
Li gorî agahiyên BasNewsê, tê texmînkirin ku encumena wezîran bûdceyê pesend bike û teslîmî parlementoyê bike.
Wezîrê darayî yê Iraqê beriya niha gotibû, Hewlêr û Bexda li ser bûdceya sala 2021 gihîştine rêkeftinê lê hûrgiliyên wê eşkere nekiribû.