Kanûn 20, 2020 04:09 Asia/Tehran
  • Wezîrê Darayî yê Iraqê: Iraq û Herêmê li ser budceya 2021’an lihev kirin

Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Elawî di daxuyaniyek de diyar kir Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser budceya 2021’an gihiştine lihevkirinê.

Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Elawî di daxuyaniyek ji bo çapemeniya Iraqê de got, Hikûmeta Iraqê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser proje qanûna  budceya 2021’an gihiştine lihevkirinê.

Di derbarê bilindbûna nirxê dolar de jî  Elawî got, wê daxuyaniyek di derbarê bilindbûna nirxê dolar ya ji bo 145 hezar dînar de were dayîn.

Elawî diyarkir bazirganiya Iraqê ya bi derve re hemû bi dolar tê kirin û ji bona wê pêwîstî bi fikaran nine.

Dihat payîn ku îro Desteya Wezîran a Iraqê deng li ser proje qanûna budceya 2021’an deng bide û piştre ji bo erêkirinê bişînin parlamentê. Lê li gorî çapemeniya Iraqê desteya wezîran nekarîn pirsgirêk û astengiyên li pêşiya proje qanûnê bi taybetî jî kêmkirina budceyê, daketina nirxê dînar li beramberî dolar û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê zelal bikin. Ji bona wê dengdana li ser proje qanûnê ji bo sibe hate paşxistin.

Serepeyv