Kanûn 17, 2020 09:07 Asia/Tehran
  • Kazimî derbarê êrişa  êrişa li Sihêla-Fîşxabûr de ferman da Wezareta Derve

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê êrişa li Sihêla-Fîşxabûr ferman da Wezareta Derve ku ji bo dûbarenebûna wan êrişan “rêkarên dîplomatîk ên pêwîst bigire.”

Li gorî ragihandina Rûdawê, Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê bi serperestiya Mistefa Kazimî kom bû û di civînê de behsa aloziyên di navbera Pêşmerge û YPGê de hat kirin.

Nivîsingeha Ragihandina Serokatiya Encûmena Wezîran derbarê naveroka 29emîn civînê de amaje bi bûyera şeva derbasbûyî ya li ser sînorê Herêma Kurdistanê û herêmên kurdên Sûriyê dike û dibêje, “Li navçeya Sihêla-Fîşxabûr hêzên me rûbirûyê êrişekê bûne, di dema çekdarên nav axa Sûriyê hewla topbaran sînorên me û cihên Pêşmergeyên PDKê û Hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê dan, bo ku karê qaçaxiyê bi çek û mirovan bikin”

Li gor ragihandina Rûdawê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, bersivdayîna Pêşmerge ya bi piştevaniya hêzên federalî yên parastina sînor bi qehremanî binav dike û bilind dinirxîne. Tê gotin jî Kazimî, “ferman bi Wezareta Derve da bi rêya kenalên dîplomasî hemû core rêkarên pêwîst ên qanûnî li beramber wan êrişan bigire bo rêgirîkirina li dûbarebûna wan core binpêkirinan.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge, Serbest Lezgîn duh di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê îdia kir ku saet 01:00ê şeva çarşemê li ser sînorê Herêma Kurdistanê û herêmên kurdên Sûriyê şerek di navbera Hêzên Pêşmerge û komeke hêzên YPG de derket, ku dixwestin bi “qaçaxî û bi awayekê neqanûnî derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bibin.” 

Piştî vê yekê Medyayên nêzîkî YPGê jî ji zarê çavkaniyên wê ev gotina Serbest Lezgîn derewand û ev nûçe red kir û diyar jî kirine ku YPGê li ser mijarê wê daxuyaniyeke fermî belav bike.

Serepeyv