Gotûbêja wezîrên derve yên Iraq û Tirkiyê li Enqerê
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên li Tirkiyê ye û diyarkir wî li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawuşoglu têkildarî meselên pêwendîdarê du welatan bi taybet lihevkirina PDK’ê û Bexda ya li ser Şengalê axivîne.
PDK’ê û Hikûmeta Iraqê roja 9’ê Cotmeha îsal li ser Şengalê lihevkirinek îmze kiribûn. Ev lihevkirin ji aliyê gelek ji xelkê Şengalê hat protestokirin û wan diyar kir ku di vê lihevkirinê de berjewendiyên Êzidiyan nehatiye berçav bigrtin. Lê belê PDKê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku kesên hanê ji aliyê PKKê hatine pîjkirin. Heta niha jî naveroka vê lihevkirinê nehatiye zelalkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ji bo amadekariyên serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Enqerê ye. Îro Fuad Hisên û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawuşoglu civiyan. Piştî civînê Fuad Hisên û Çawuşoglu derketin pêşberî çapemeniyê û têkildarî naveroka civînê axivîn.
Di civînê de Fuad Hisên anî ziman ku wî li gel Çawuşoglu lihevkirina ku di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatiye kirin, axivîne. Her wiha wî da zanîn ku li gel wezîrê derve yê Tirkiyê pêngavên bicihanîna lihevkirinê jî nîqaş kirine.