Kanûn 13, 2020 22:42 Asia/Tehran
  • Heşda Şeibî: Tu lihevkirinek jibo damezirandina Heşda Kurdî nehaitye kirin

Fermandarê Bereya bakur a Heşda Şeibiyê ragihand ku tu lihevkirinek jibo damezirandina Heşda Kurdî nehatiye kirin.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê  malpera Meadle East Newsê, Ebû Reza Necar, Fermandarê Bereya bakur a Heşda Şeibiyê  ragihand ku tu lihevkirinek jibo damezirandina Heşda Kurdî pêk nehatiye.

Necar bi daxuyaniyekê ragihand: Hin ajansên nûçeyan nroja bihurî qala hevdîtina digel hin kesayetiyan kir ku daxwaza endamtiya li Heşda şeibiyê bi navê Heşda Kurdî dikin.

Wî got: Em wek Fermandetiya bereya bakur a Heşda Şeibiyê radigihîênin ku tu lihevkirineke nivîskî an  devkî  di vî warî da tune.

Wezareta karên navxweyî ya  Herêma Kurdistanê pêştir bi daxuyaniyekê ragihandibû ku digel Rêxistina Heşda Şeibiyê  ketiye têkiliyê û vê rêxistinê teqez kiriye ku     haya wê ji damezirandina Heşda Kurdî li Kerkûkê tune.

Di vê daxuyaniyê dahatiye ku heke kiryareke wiha pêk hatine, Heşda Şeibî dê jibo betalkirina wê  bikeve tevgerê.

          

Serepeyv