Kanûn 13, 2020 17:48 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Fethê: Bila ji Heyder Ebadî derbarê terorkirina Serdar Silêmanî lêpirsîn were kirin

Serokê Hevpeymaniya Fethê li Parlimana Iraqê daxwaza lêpirsînê ji Serokwezîrê berê yê Iraqê ji ber gotinên dawî û lêzanînên wî derbarê terorkirina şehîd Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis kir.

Heyder Ebadî Serokê Hevpeymaniya Nesrê çend rojan beriya niha îdia kir, balefira ku sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdaran û Ebû Mehdî Muhendis Alîkarê Serokê Rêxistina Heşdê Şeibiyê li nêzikî balefirgeha Bexdayê da ber êrîşê, bi lihevkirina digel  aliyên iraqî, rabûye.

Li pey gotinên Ebadî, Ofîsa  medyayîya Adil Ebdulmehdî  Serokwezîrê berê yê Iraqê di daxuyaniyeke bi hûrgilî da ev îdiaya Ebadî red kir û ragihand ku Hevpeymaniya Navneteweyî bi nameyeke fermî daxwaza firrîna van balefiran kiribû, lê hikûmeta Iraqê destûra lazim nedabû.

Li gorî rapora Fars Newsê, Hevpeymaniya Fethê bi serokatiya Hadî Amirî roja Şemiyê ji aliyê dadwerî û ewlehiyê yên taybet xwest ku Heyder Ebadî ku demekê serokwezîrê Iraqê bûye, derbarê van gotinên wî bidin ber lêpirsînê.

Muîn Kazimî ji Rêberê Hevpeymaniya Fethê jî bi gotin avêya ku dewleta Iraqê derbasbûna balefira amerîkî ku şehîd Silêmanî û Muhendis teror kirin, pejirandibû, ne ku operasiyona terorkirinê, got: Aliyê amerîkî bi vî karî hakimiyeta Iraqê û mafên navneteweyî binpê kirine û dûr nîne ku aliyên iraqî jî kirêgirtî jî rola wan di vê operasiyona terorê da hebûye.

Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî ku roja 3ê Çileyê (2020) li ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê çûbû vî welatî, hevrê digel Ebû Mehdî Muhendis û 8 kesên din di encama êrîşa asimanî ya hêzên destdirêjker û terorîst ên amerîkî li nêzikî balefirgeha Bexdaya Iraqê şehîd bû.

 

Serepeyv