Kanûn 13, 2020 10:18 Asia/Tehran
  • Hêzên Kurd ên Heşda Şeibiyê dewsa hêzên Pêşmerge li Kerkûkê digirin

Berpirsê Heşda şeibî ya kurd, qala damezirandina tabûreke nû ya hêzênb kurd ên Heşda Şeibiyê li başûrê rojavayê parêzgeha Kerkûkê kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Shafagh Newsê, Edhem Cume di vî warî da got: Tabûra nû ji 120 hêzên kurd pêk hatiye û fermandarê wê Cebar Xaledanî ye û li gundê Çexmaxe yê ser bi bajarê Dibsê li başûrê rojavayê Kerkûkê damezirandina wê bi fermî tê ragihandin.

Cume got: Desteya Heşdê Şeibiyê damezirandina vê tabûrê pejirandiye û tabûra navbirî dê di bin fermana fermandetiya Heşdê Şeibiyê li bakurê Iraqê be.

 

Serepeyv