Kanûn 12, 2020 15:24 Asia/Tehran
  • Wezareta Nefta Iraqê: Em û Herêma Kurdistanê di demek nêzîk de digihên rêkeftinê

Berpirsekî Wezareta Nefta Iraqê ragihand, ewê di demek nêzîk de bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re li ser mijara neftê li hev bikin.

Wekîlê Wezareta Nefta Iraqê, Kerîm Hetab ji televîzyona K24 re got, em û hikûmeta Herêma Kurdistanê di demek nêzîk de dê li ser neftê bigihên rêkeftinê.

Kerîm Hetab her wiha got, her gava em gihîştinê rêkeftinê emê ji raya giştî re jî bêjin.

Wî berpirsê Iraqî da xuyakirin, ew hêvîdar in hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê ne tenê li ser neftê lê li ser tevahiya arîşeyan bigihên rêkeftineka giştî.

Serepeyv