Kanûn 11, 2020 16:18 Asia/Tehran
  • Desteyên Bexda û Hewlêrê civiyan

Çavkaniyên medyayî yên Iraqê qala hevdîtina desteya Herêma Kurdistanê digel desteya dewleta federal a vî welatî li Bexdayê kirin.

Li gorî rapora roja Îniyê ya Sumiriye Newsê, Çavkaniyên iraqî ragihandin ku ev hevdîtin li çarçova dora nû ya civînan bi mebesta vekolandina dosyeyên rawestandî navbera du aliyan pêk hatiye.

Van çavkaniyan ragihandin ku Qubad Talebanî alîkarê serokwezîrê Herêma Kurdistanê serokê vê desteyê û Elî Elawî Wezzîrê Heyitiyê yê dewleta Bexdayê jî serokê desteya dewleta federal bûye.

Parêzgeha Silêmaniyê ji 2ê kanûnê va bûye qada xwenîşandana gelanî. Nerazî daxwaza dayîna meaşa xwe ya paşdaketî dikin.

 

Serepeyv