Kanûn 10, 2020 22:38 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 25 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 25 kesên din bi Koronayê mirine û 1.380 kes jî bi Koronayê ketine.

Îro roja pêncişemê 10.12.2020an, Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn di heyema 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê ragihand. Di daxuyaniyê de Wezareta Tendirustiyê da zanîn 1.380 kesên din bi Koronayê ketine û 2.121 kesên din baş bûne û 25 kes jî mirine.

Heta niha li seranserî Iraqê û Herêma Kurdistanê 571 hezar û 253 kes bi Koronayê ketine herwiha 501 hezar û 967 kes başbûne û 12 hezar û 562 kes jî bi Koronayê mirine.

Serepeyv