Şanda hikûmeta Kurdistanê dê dîsa bi wezîrên neft û darayî yên Iraqê re bicive
Kanûn 10, 2020 16:14 Asia/Tehran
Şanda hikûmeta Kurdistanê dîsa bi wezîrên darayî û neft yên Iraqê re hevdîtin dike.
Li gorî agahiyên BasNewsê, şanda hikûmeta Kurdistanê ku duhî çûbû Bexdayê, dê îro çend civîn û hevdîtinên din jî bi berpirsên Iraqî re pêk bîne.
Şanda hikûmetê, duhî bi wezîrên neft û darayî yên Iraqê re li ser bûdceya Kurdistanê gotûbêj kiribû û dê îro dîsa bi wan wezîrên Iraqî re hevdîtin bike.
Li gorî agahiyan, her du alî nêzîkî rêkeftinê bûne û şanda Herêma Kurdistanê ji aliyê Iraqî re gotiye ku Herêma Kurdistanê amade ye tevahiya qanûn û bendên Destûra yên li ser bûdce û mûçeyê karmendan bicîh bîne.
Şanda hikûmeta Kurdistanê, ku bi serokatiya cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî ye, dê çend rojên din jî li Bexdayê bimîne.