Kanûn 08, 2020 22:30 Asia/Tehran
  • Iraq: Divê çareseriyeke dadperwerane bo pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê bê dîtin

Encûmena Wezîran a Iraqê ragihand ku divê çareseriyeke dadperwerane bo pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê bê dîtin.

Sê serokatiyên Iraqê li gel serkirdeyên fraksiyonên siyasî yên Iraqê civiyan û  Li gor daxuyaniya Encûmena Wezîran a Iraqê di civînê de pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê bi taybetî mijara bûdçeyê hate gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê biryar hatiye dayîn pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê bi piştgirêdana bi destûrê bên çareserkirin û dirêjî bi gotûbêjan bê dayîn.

Encûmena Wezîran a Iraqê dibêje çakasaziyên aborî bi çareseriyeke guncaw ji bo derbasbûna ew rewşa darayî ya Iraqê pêwîst e.

Herwiha di civîmnê de serkirdeyên siyasî piştevaniya xwe ji bo çareserkirina pirgirêkên di navbera hikûmeta Bexda û Herêma Kurdistanê de diyar kirin û amaje bi wê yekê kirin ku divê li gor destûrê bêne çareserkirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî di civînê de destpêşxeriyek gotûbêjên niştîmanî bo zemîmsaziya siyasî, civakî û emnî û hilbijartinên pêşwext ragihand.

Serepeyv