Kanûn 05, 2020 12:41 Asia/Tehran
  • Ebdulmehdî: Amerîkayê jibo pêşîlêgirtin ji derxistina hêzên xwe ji Iraqê her karek kir

Serokwezîrê berê yê Iraqê got: Dewleta Amerîkayê jibo pêşîlêgirtin ji derxistina hêzên vî welatî ji axa Iraqê her karek kir.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Fars Newsê, Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê berê yê Iraqê got: Dewleta Donald Trump serokomarê Amerîkayê jibo cihnehatina pesendnameya Parlimana Iraqê ya derxistina hêzên vî welatî, zextine zehf anîn ser dewleta Bexdayê.

 

Ebdulmehdî got: Piştî deh mehan ji damezirandina kabîneya Trump, dewleta Amerîkayê rêzik, reftar û pêwendiyên xwe ku hewcetî bi hegerên beraaqil tunene, guhertin.

Serokwezîrê berê yê Iraqê destnîşan kir: Terorkirina şehîd Qasim Silêmanî Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê û Ebûmehdî Mihendis li Iraqê derbaskirina hemî hêlên sor ji aliyê amerîkiyan va bû.

 

 

Serepeyv