Li Iraqê 38 kesên din bi Koronayê mirine
Mijdar 30, 2020 20:14 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 38 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 saetên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 34 kesan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 144 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezareta Tendirustiyê herwiha eşkere kir ku 1,771 kes baş bûne.
Wezaretê di daxuyaniya 30yê Mijdara 2020an de eşkere kiriye; heta niha 552 hezar û 549 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha hatiye destnîşankirin; heta niha li seranserê Iraqê 12 hezar û 258 kesan canê xwe ji dest dane.