Li Iraqê xwepêşandan didomin
Mijdar 28, 2020 20:44 Asia/Tehran
Duh bi şev ji ber pevçûna di navbera xwepêşandêran û alîgirên Şepêla Sedir, konên xwepêşandêran ên protostoyê hatin şewitandin û vê sibê bi sedan xwepêşandêrên iraqî vegeriyan qada Hebubî ya li Zîqar û konên xwe ji nû ve vegirtin.
Sumeriyê News ragihand ku vê sibê xwepêşandêrên parêzgeha Zîqar vegeriyan qada Hebubî.
Li aliyekî din parêzgerê Zîqar, Nazim El-Wailî got ku rewşa ewlehiyê ya li parêzgehê aram e û qedexeya derketina derve ji bo rewşeke awarte hatiye ragihandin.