Iraq- 39 kesên din bi Koronayê mirinê
Mijdar 26, 2020 22:27 Asia/Tehran
Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 39 kesên din bi Koronayê mirine û 2 hezar û 483 kesên din bi Koronayê ketine.
Îro roja pêncşemê 26/11/2020an Wezareta Tendirustiya Iraqê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê belav kir û tê de da zanîn di heyama 24 saetên dawî de li seranserî Iraqê 2 hezar û 483 kesên din bi Koronayê ketine û 2 hezar û 322 kes jî baş bûne û 39 kes jî bi Koronayê mirine.
Wezareta Tendirustiya Iraqê di berdewamiya daxuyaniya xwe de da zanîn heta niha li seranserî Iraqê 544 hezar û 670 kes bi Koronayê ketine û 474 hezar û 376 kes baş bûne û 12 hezar û 125 kes jî bi Koronayê mirine.