Mijdar 26, 2020 09:55 Asia/Tehran
  • Iraqê hêzek din şand Şengalê

Piştî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê de artêşa Iraqê hêzek din şand Şengalê. Tê gotin ku heta niha herî kêm 8 hezar leşker şandine Şengalê.

Piştî peymana Hewlêr û Bexdayê ku di 9’ê Cotmehê de ji bo kontrolkirina Şengalê hate kirin, di 24’ê Mijdarê artêşa Iraqê 2 hezar û 500 leşkerên xwe şandibû Şengalê.

Lê di nava 24 saetên dawî de sewqiyata leşkerî zêde bûye û  Sewqiyata dawî di şeva 25’ê Mijdarê saet di 23:30’î de dest pê kir.

Hikumeta Iraqê gotibû ku hêza leşkerî ya li Şengalê wê bê guhertin û veguhastina hêzê wê li ser sînor bê kirin. Lê belê hêzên ku berê hatibûn şandin ji herêmê nehatin derxistin û di ser re yekîneyên polîsan ên nû û hêza operasyonî ya hikumeta federal a Iraqê lê hatin zêdekirin.

Çavkaniyên xwecihî dibêjin, di dema veguhastina nîvê şevê de ji Hêzên YBŞ’ê re gotine, “Em hatine ji bo li dijî YBŞ’ê şer bikin.”

Çavkaniyên ku liv û tevgera leşkerî ya li Şengalê dişopînin, diyar dikin ku heta niha zêdeyî 8 hezar leşker û polîsên taybet li herêmê hatine bicihkirin.

Serepeyv