Bexda 2 lîwayên polîsê federal li Şingalê bicîh dike
Jêderekî ewlehiyê ragihand: Duh pêncşemê du lîwa ji polîsên federalî yên Iraqê gihêştin parêzgeha Nînowayê ji bo bicihbûna li navçeya Şengalê.
Jêderê ewlehiyê ji malpera Şefeq Newsê re ragihandiye: “Ew du lîwayên hêzên polîsên federalî gihêştine navçeya Şengalê, da ku îro înê li wir bi cih bibin.”
Wî herwiha eşkere kiriye: “Hêzên polîsên federalî li devera sînorî yê ligel Sûriyê belav bûne.” Li ser hejmara her du lîwayan diyar kiriye ku herî kêm 2 hezar û 500 polîs in.
Bexda û Hewlêr di 9ê Cotmehê de gihêştin rêkeftinekê. Li gor wê rêkeftinê, her du alî, wê deverê ji aliyê îdarî û ewlehî ve bi hevbeşî bi rê ve bibin.
Herwiha li gor rêkeftinê, hêzên federalî yên Iraqê dê li wê navçeyê belav bibin û divê hemû komên çekdar ên din ji Şengalê derkevin.