Mijdar 18, 2020 09:54 Asia/Tehran
  • Amerîka parek ji hêzên xwe ji Iraq û Efxanistanê vedikşîne

Amerîka wê beşek ji hêzên xwe yên serbazî yên li Iraq û Efxanistanê dikşîne û PENTAGONê jî derbarê vekişandinê daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Bergiriya Amerîkayê (PENTAGON) ê di daxuyaniyekê de tekez kir li ser fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump di saetên dahatû de wê dest bi vekişîna hêzên xwe ji Iraq û Efxanistanê bikin. Li gor zanyariyan wê Amerîka 2,500 heta 3000 serbazên xwe ji Iraq û Efxanistanê bikşîne.

Endamê Lîjneya Peywendiyên Derve yê Parlemana Iraqê Musena Emîn di daxuyaniyekê de aşkere kiribû Iraqê amade nîne hêzên Amerîkayê ji Iraqê vekişin û bi vekişîna hêzên Iraqê re wê boşahiya emnî li Iraqê pêk were lewre li herêmê milmilane gelek in.

Serepeyv